HOLENDA - Pirtûka ‘Zarokên Zagrosê’ bi Kurdî tê weşandin

.

Zarokên Zagrosê pirtûkeka Şad Reûf Qezaz e û van rojan dê bi Kurdî biweşe.

Pirtûk berê bi navê “Kinderen van de Zagros” hatibû belavkirin.

Şad Qezazê nivîskarê kitêba Zarokên Zagrosê, li bajarê Ranyayê ji dayik bûye û li Silêmaniyê mezin bûye.

Sala 1997an tevî malbata xwe çûye Holendayê, Şad hingê zarokekî 7 salî bû lê paşê li Holendayê lîsansa felsefeyê standiye.

Berê bi zimanê Holendî hatiye nivîsîn

Şad li Holendayê bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê û li ser pirtûka xwe got:

"Min sala 2022yan bi zimanê Holendî dest bi nivîsandina pirtûkê kir.

Min piştî nêzî sal û nîvekê qedand û me kitêb belav kir, niha nêzî 600 nusxeyî hatine firotin."

Şadê ku kurê nivîskarê Kurd Azad Qezaz e, li ser dîroka Kurdan û herwiha olê çendîn pirtûk nivîsandine.

“Dê di demeke nêz de bê weşandin”

Şad diyar kir ku fikra wergera Kurdî ya bavê wî bûye û da zanîn:

“Piştî ku min pirtûka xwe bi zimanê Holendî kuta kir, bavê min biryar da ku pirtûkê wergerîne zimanê Kurdî.

Rabû kitêb wergerand û qedand û dê di demeke nêz de bê weşandin û bigihêje destê xwêneran."

Şad da zanîn ku naveroka pirtûka wî qala dotmîreke Kurd dike ku xanimek e û ji aliyê bavê xwe yê padîşah ve tê erkdarkirin da ku piştî mirina wî cihê wî dagire.

Li gel ku çend birayên wê xanima dotmîr hene û ji wê mezintir in jî ew hatiye erkdarkirin, loma jî keçik razî nabe û bi nobedarekî re direve û piştî wê gelek bûyer diqewimin.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî