Holanda: Divê li Sûriyê rêz li mafên Kurdan bê girtin

.

Wezîrê Derve yê Holandayê Caspar Veldkamp, piştî hevdîtindo doh 5ê Adarê ya ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî, peyamek li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê belav kir û bal kişand ser mafên Kurdan li Sûriyê.

Veldkamp di parvekirina xwe de got, “Min li Laheyê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Demkî ya Sûriyê Esed Hesen el-Şeybanî kir. Me der barê gelek astengiyên ku li ser rêya Sûriyeyeke aram û xweşguzar de têne dîtin, danûstandin kir. Min tekez kir ku divê hemû beşên civakê di veguherîna siyasî de rol bilîzin.

Rêzgirtina mafên xiristiyanan, kurdan û yên din jî gelekî girîng e. Hollanda, bi riyên wek sivikirina dorpêçên Yekîtiya Ewropayê, girêdana bi edaletê re û alîkariya mirovî, berdewam e ku bibe hevpişkê gelê Sûriyê. Ez hêvîdar im ku em ê di demeke nêzîk de gotûbêjên xwe li Şamê bidomînin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle