Hizbullahê kuştina berdevkê xwe ji aliyê Îsraîlê ve piştrast kir

.

Piştî êrîşa şeva borî ya artêşa Îsraîlê bi ser Beyrûdê de, hate ragihandin ku Berdevkê Hizbullaha Lubnanê Mihemed AfÎf hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê rojên Şemî û Yekşemê bi taybetî deverên Hizbullahê zêdetirî 200 cih li Lubnanê bombebaran kirin.

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ragihandibû ku Mihemed Afîfê berdevkê Hîzbullahê dikir jî hatiye kuştin.

Piştî van daxuyaniyên Îsraîlê, Hizbullahê kuştina Mihemed Afîf piştrast kir.

Hêjayî gotinê ye, piştî kuştina Rêberê Hizbullahê Hesen Nesrellah heta niha piraniya serkirdeyên Hizbullaha Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle