Hişyarî û ravekirina li ser hin rûpelên bi guman

.

Demek e di torên civakî yên weke Instagram û Telegramê de rûpelên bi guman wek “#jashgeer” û çend rûpelên din hatine vekirin ku bi mebestên curbicur ên bi guman navê kesên wek jaş û sîxuran belav dikin. Lê mixabin van rûpelan bi neheqî navê gelek kesên nas û dilsoz xera kirine û li dijî van kesên navdar jî tehrîk kirine.

Piştî wergirtina çend gazindên li ser vê rûpelê di heftiya borî de, em hişyariyê didin gelê Kurd ku naveroka vê rûpelê ji aliyê #Partiya_Demokrata_Kurdistana_Îranê û her organeke vê partiyê ve nayê pejirandin. Guman tê kirin ku ev rûpel ji aliyê dezgehên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi armanca alozî û qurbanîdana kesên navdar ên civakê û xapandina şoreşa rewa ya gelê Kurdistanê hatine damezrandin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Medyayê
19.11.2022

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye