Şîrovekarê Siyasî Hisên Omer da zanîn ku “Dewleta Tirk bi temamî dest daniye ser Sûriyeyê” û got, “Mixabin li Sûriyeyê jî paşeroja Kurdan di destê Tirkan de ye, ne di destê rejîma niha de ye.”
Li gorî lêkolînên Rûdawê, hinek gerîla dê ji bo nîşandana niyetpakiyê çekên xwe deynin.
Rûdawê ji du çavkaniyên agahdar ên li Herêma Kurdistanê agahî wergirtine û li gorî wan her du çavkaniyan, merasîma çekdanînê dê destpêka meha tîrmehê li Herêma Kurdistanê bê kirin.
Şîrovekarê Siyasî Hisên Omer bû mêhvanê Rûdawê pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser mijarê bersivandin.
Şîrovekarê Siyasî Hisên Omer daxuyand ku hinek gerîla dê bi awayekî sembolîk çekên xwe deynin û got, “PKK dê li benda gavên dewleta Tirk be.”
Wî diyar kir ku geleke meseleyên girîng ên wekî “mafên Kurdan, zimanê Kurdî, rewşa girtiyan û qeyûman” hene lê mijara herî girîng ew e ku di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin.
Hisên Omer bi bîr xist ku PKK êdî çalakiyan li dar naxe û hinek gav avêtine û biland:
“Dewleta Tirk heta niha bi awayekî fermî nedaye xuyakirin ku dê pirsgirêkan çareser bike lê hêvî heye. Ez bawer dikim gav dê hêdî hêdî bên avêtin.”
Li gorî wî, pêvajoya niha ji ya 2013an cudatir û erênîtir e çimkî netewpwrestên Tirkan jî di nav de ne.
Hisên Omer ev fikra xwe bi MHP û Devlet Bahçelî şênber kir û biland, “Dewleta Tirk bi serokatiya MHP û Bahçelî pêşkêşiya vî tiştî dike û tewr dixwaze li ser Erdogan ferz bike.”
"Gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê dê derbasî nava PJAKê bibin"
Şîrovekarê Siyasî got, “Êdî şerê çekdarî nikare ji bo miletan tiştekî bike” û li ser çarenivîsa gerîlayên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê ev agahî dan:
“Gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê dê derbasî nava PJAKê bibin. Gerîlayên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê dê herin malên xwe. Ewropa jî dê hinek lîderên PKKyê bihewîne.”
"Dewleta Tirk bi temamî dest daniye ser Sûriyeyê"
Hisên Omer diyar kir ku “Dewleta Tirk bi temamî dest daniye ser Sûriyeyê” û got:
“Mixabin li Sûriyeyê jî paşeroja Kurdan di destê Tirkan de ye, ne di destê rejîma niha de ye.”
Wî destnîşan kir ku Tirkiye piştî destpêkirina pêvajoyê êrişî HSD û Rojavayê Kurdistanê nake û anî zimên:
“Ji dema vê pêvajoyê dest pê kiriye ve di navbera HSD û hikûmeta Tirk de dan û standin çêdibin.”
Rudaw