Hinardekirin û bikaranîna petrola Kurdistanê dest pê kir

.

Çavkaniyekî pilebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, “Niha rojane zêdetirî 150 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê ji bo parzûngehên Hikûmeta Iraqê tên şandin.”

Çavkaniyê pilebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Rûdawê re eşkere kir, “Şandina petrola Herêma Kurdistanê bi hevahengiya Wezareta Petrolê ya Iraqê û di çarçoveya yasaya budceyê de ye. Bi vî awayî yasaya budceyê di mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ji %100 hatiye cîbicîkirin û ti pirsgirêk nînin.”

Her wiha da zanîn, “Piştî ku ew rêjeya petrola Kurdistanê ji parzûngehên navxwe re hat dayîn, firotin û hinardekirina petrola Kerkûkê dest pê kir lê vê carê bi rêya Besrayê.”

Çavkaniyê pilebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê ji bo jî Tirkiyê anî ziman, “Tirkiyê heta niha bi fermî bersiva Iraqê ji bo destpêkirina firotina petrola Kurdistanê nedaye lê ti hincet nemane û Iraq û Herêma Kurdistanê di warê teknîkî de amade ne.”

Li gor çavkaniyê pilebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Petrola Iraqê çend girêbestên nû ji bo firotina petrola Kurdistanê bi çend kompanyayên navdewletî re îmze kiriye.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin