Hin komên Heşdî Şeibî nehiştin agirê Newrozê li Xaneqînê were pêxistin

.

Hin komên Heşdî Şeibî nehiştin kurdên Xaneqîn agirê Newrozê pêxin û nehiştin li bajêr pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.

Li gor zanyariyên ku doh Berpirsê Ofîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya Xaneqînê Huseyîn Xelîl ji K24ê re ragihandiye, hin komên Heşda Şeibî ku êrişî pîrozbahiya Newrozê li wî bajarî kiribûn, rê nedan Kurdên Xaneqînê agirê Newrozê pêxin û nehiştin pîrozbahiyên Newrozê li bajêr bên lidarxistin.

Huseyîn Xelîl anî ziman ku astengî û zehmetî hestên Kurdewariyê sar nekirine û bi hev re meşa Ey Reqîb û Newrozê gotine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle