Hin kesan bi çekan gef li rojnameger Altan Sancarî xwariye

.

Wesayiteke bê pilaqe, li Amedê pêşiya wesayita rojnameger Altan Sancarî biriye. Yek ji rêbiran çeka xwe ya li ber nava xwe nîşanî Sancarî daye û jê re gotiye: "Te lingê xwe zêde dirêj kir, biaqil be." Sancarî giliyê wan kiriye.

Bi çekan gefa kuştinê li rojnameger Altan Sancarî xwarine. Sancarî derbarê vê bûyerê de ji bianetê re got: “Gelek hevalên me yên rojnameger di zindanan de ne, girtî ne, di demeke wiha de ez naxwazim bi wî şêweyî bibim rojev."

Sancarî diyar kir ku beriya niha jî bi rêya çapemeniyê û medyaya civakî gef li wî hatine xwarin, wî gilî kiriye lê ti encam bidest nexistiye. Altan Sancarî her weha got ku xuya dike wê necezakirin û gef dewam bikin. 

Sancar li malpera Dikenê û Ozguruz Radyoyê kar dike, li Enqereyê dijî. Ji bo serdana malbata xwe bike çûye Amedê. Duh êvarê, kesên nenas, biçekan gef li Sancarî xwarine.

Sancar vê sibê çûye Serdozgeriya Komarî ya Gêlê û giliyê wan kesan kiriye. Sancarî xwestiye li kamerayên cihê bûyerê bênerîn û diyar bikin bê ka ew kes kîne. 

“Te lingê xwe zêde dirêj kir" 

Sancarî di gilînameya xwe de bi van gotinan behsa bûyerê kiriye:

“Ez bi wesayitê ji Amedê ber bi Gêlê ve diçûm. Beriya bigihêm nêzî rêya Bendava Dîcleyê, saetên şevê, saet di navbera 00:15-00:30 deqîqeyan de wesayiteke rengê wê tarî, ya markeya wê li gorî texmîna min Ford Focus bû û pilaqeya wê ya paş nebû, rêya min qut kir. 

“Yek jî ji deriyê paş, yek jî ji kêleka ajovanî, du kes ji wesayîtê daketin û ber bi min ve hatin. Min got qey ji navçeyê yan jî ji gund in û min cama xwe vekir. Min pirsî û got, 'Çi bû?'.  

“Kesek ber bi cama vekirî de hat ku cil û bergên wî li hev hatî bûn û ruyê wî kurkirî bû, ber montê wî vekirî bû, devançeya ya xwe ya di bin mont de nîşanî min da û li ser pirsa min  bi tirkiyeyeke pak got 'Te lingê xwe gelekî dirêj kir, biaqil be' û gef li min xwar. 

“Piştî min çeka wî dît û gotinên wî bihîs, min pirsî û got, 'Hûn kî ne, çi dixwazin?', wî gotinên xwe dubare kirin û ber bi wesayita xwe ve meşiya.

“Wesayita wan bi qasî 30-40 saniyeyan sekinî û ber bi Gêlê ve çû. Ji ber bûyerê ez matmayî bûm û piştî du sê deqîqeyan min berê wesayita xwe da navenda Amedê û ez çûm mala malbata xwe.”

Sancarî got ku ew neh sal in bi navê xwe rojnamegeriyê dike û ew ji ber vê rewşê metirsîdar e. Altan Sancarî xwest ku kesên gef lê xwarine werin dîtin û cezakirin. 

Bîanet

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e