Hilberîna petrola Kurdistanê %50 kêm bûye

.

 Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ragihand ku berhemanîna petrolê ya Herêma Kurdistanê bi qasî nîvî kêm bûye.

Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed îro Înê li Stenbolê got. “Di çarçoveya pabendbûna Iraqê bi pişka petrolê li OPECê de, Herêma Kurdistanê ji 2yê Îlona îsal ve berhemanîna petrolê ji bo 140 hezar bermîlên petrola rojane kêm kiriye.”

Mihemed diyar kir, “Herêma Kurdistanê berhemanîna petrolê bi rêjeya 50% kêm kiriye.”

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Iraqê Sebah Subhî jî roja 23yê Îlonê ragihandibû, wan li lijneya xwe pêşniyar kir û daxwaz kir ku Wezareta Petrolê ya Iraqê her rojê 400 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bistîne. Ji bo wê jî, boriyekê ji Herêma Kurdistanê bo Kerkûkê bikişînin û ji wê derê jî bigihînin Besrayê, lê ew prose bi ser neketiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 25ê Adara 2023yan ve anku ji dema biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê ve, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhana a Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Hewlêr, Bexda û Enqere ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê danûstandinan dikin, lê heta niha jî ew pirsgirêk çareser nebûye, bi milyar dolaran ziyan gihîştiye Iraq, Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê.

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin