Hikûmeta Swêd biryara şandina çekan û alîkariya darayî bo Ûkraynayê da

.

Piştî biryara şandina çekan a Belçîkayê îro 27ê sibatê Serokwezîrê Swêd Magdalena Andersson jî di civîneke rojnamevanî de ragihand ku hikûmeta wan biryar daye alîkariya leşkerî bide Ûkraynayê.

Andersson eşkere kir, ji bilî çekên sivik ew ê tanksawaran jî ji Ûkraynayê re bişînin û got: "Em ê 5 hezar tanksawarên AT4, 5 hezar êlekên çelîk, 5 hezar kask û ji bo 135 hezar leşkeran xurekan bişînin. Herwiha em ê 50 milyon dolar jî alîkariya darayî bidin."

Serokwezîra Swêd herwiha da zanîn ku di rojên pêş de wê Yekîtiya Ewropayê rêgiriyên zêdetir li dijî Rûsyayê bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle