Hikûmeta Sûriyeyê ji HSDê re: Yek Sûriye, yek artêş û yek hikûmet

.

 Hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyek da û pêşwazî li her pêngaveke bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re kir ku yekîtî û serweriya xaka welat xurt bike. Di heman demê de, hikûmetê careke din pabendbûna xwe bi prensîba "Yek Sûriye, Yek Artêş, Yek Hikûmet" tekez kir û her cure projeyên dabeşkirinê an jî federalîzmê bi tundî red kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê ajansa fermî SANA ve hatiye belavkirin de, hikûmeta Sûriyeyê spasiya hewlên Amerîkayê yên ji bo çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinê kir û ev yek wek "xema ji bo aramî û yekîtiya gelê Sûriyeyê" binav kir.

Daxuyaniyê wiha domand: "Dewleta Sûriyeyê pabendbûna xwe ya bingehîn bi prensîba 'Yek Sûriye, Yek Artêş, Yek Hikûmet' nû dike û her şêweyekî dabeşkirinê an federalîzmê ku li dijî serweriya Komara Erebî ya Sûriyeyê û yekparçebûna axa wê be, bi yekcarî red dike."

Hikûmeta Şamê destnîşan kir, Artêşa Sûriyeyê sazî û sîwana neteweyî ya hemû welatiyan e û pêşwazî li tevlîbûna şervanên Sûrî yên ji nava HSDê bo nav refên artêşê, di çarçoveya destûrî û yasayî de dike.

Di daxuyaniyê de herwiha hişyarî hate dayîn: "Hikûmet têdigihîje astengiyên li pêşiya hin aliyên di nava HSDê de, lê hişyariyê dide ku her derengketinek di cîbicîkirina rêkeftinan de xizmeta berjewendiya neteweyî nake, belkû rewşê aloztir dike û hewlên vegerandina aramiyê asteng dike."

Hikûmetê tekezî li ser pêwîstiya vegera saziyên fermî yên dewletê bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de saziyên xizmetguzarî, tenduristî, perwerde û rêveberiyên xwecihî kir.

Di dawiya daxuyaniyê de, amaje bi Kurd hate kirin û hat gotin: "Pêkhateya Kurd beşeke resen a civaka Sûriyeyê ya piralî bû û hîn jî wiha ye. Mafên hemû Sûriyan, bi hemû pêkhateyên xwe ve, di çarçoveya saziyên dewletê de tên parastin û rêzgirtin, ne li derveyî wan."

Ev daxuyanî di demekê de ye, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi serokatiya şandekê li Şamê ye û bi berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re civiyabû. Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack û nûnerê Balyozxaneya Fransayê li Sûriyeyê Jean-Baptiste Faivre jî tê de amade bûn.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye