Hikûmeta Sûriyê rê nade alîkariyên ji Silêmaniyê derbasî taxên Kurdan bibin

.

Rêveberiya Xwesere ragihand ku Hikûmeta Sûriyê rê nade ku alîkariyên mirovî yên ku ji Silêmaniyê ji bo zîyandîtiyên erdhejê yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurdnişîn hatine şandin derbas bibin. Alîkarî 6 roj in li ber deriyê Tahiye têne sekinandin.

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm ragihand ku hikûmeta Şamê ev 6 roj in derbasbûna alîkariyên mirovî yên ku ji bajarê Silêmaniyê ji bo ziyandîtiyên erdhejê yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurdnişîn hatine şandin asteng dike.

Alîkariyên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve hatine komkirin ûşandin ji 25 barhilgiran pêk tên.

Rêveberiya Xweser roja Sêşemî 7ê Adarê ragihandbibû ku 25 barhilgir alîkariyên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê hatine komkirin wergirtine.

Medya nêzîkî Rêveberiya Xweser got, hikûmeta Sûriyê daxwaza 75% ya wan alîkariyan dike û dibêje, eger 75% ya alîkariyan bigihe wan wê rê bide 25% ji wê alîkariyê bigihin Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle