Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser dê mekanîzmayeke perwerdeyê ya hevbeş ava bikin

.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Şamê rewşa perwerdeyê gotûbêj kir.

Li gorî gotina berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê di warê pêkanîna ezmûnên amadeyî û navîn de mekanîzmeyeke hevbeş were pêkanîn.

Rewşa perwerde û xwendinê, yek ji wan  mijaran e ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de dan û standin li ser tê kirin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter eşkere kir ku dan û standinên wan piştî peymana 10ê Adarê dest pê kirine.

Di encama dan û standinan de, her du aliyan li hevdû kir ku li ser rewşa perwerdeyê hevdîtinên zêdetir  bên kirin û bi taybetî di qonaxên amadeyî û navînde de mekanîzmayeke hevbeş were pêkanîn.

“Qonaxên amadeyî û navîn hatin gotûbêjkirin”

 Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê Rêveberiya Xweser Xelef El-Meter got:

"Bi serperiştiya Rêxistina UNICEFê diyalog û dan û standin bi Wezareta Perwerdeyê re hat kirin.

Dan û standin li ser paşeroj û rewşa xwendina bi giştî ya li Sûriyeyê bû.

Fokus me li ser xwendina qonaxa amadeyî û navîn bû.

Diyaloga me bi Wezareta Perwerde û Fêrkirinê re bû û hin mijarên girêdayî rewşa xwendinê ya li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin."

Li gorî gotina Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, heta niha pêvajoya xwe tomarkirina ezmûnan dest pê nekiriye.

Xelef El-Meter behsa ezmûnên xwendekaran kir û wiha domand:

“Hin encaman van hevdîtinan hebûn wekî nimûne, bi taybetî li Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina mekanîzmaya ezmûnan û awayê encamdana wan.

Em hêvî dikin xwendekarên me, bi awayekî guncaw xwe ji bo ezmûnan amade bikin û em hêvîdar in ew van ezmûnan derbas bikin."

Li gorî amar û zanyariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê sala xwendinê ya 2024-2025an 4 hezar û 100 dibistan li herêmên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hene û 900 hezar xwendekar li wan dibistanan dixwînin.

Sala xwendinê jî 1ê Îlona 2024an dest pê kiribû û dê 15ê Gulana 2025an bi dawî bibe.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Çep ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Stockholmê Semînerek Li Dar Xist
Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir
Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin