‘Hikûmeta Kurdistanê amade ye hevkariyê bi Komîsyona Hilbijartinan re bike’

.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Her çend di heyama du salên borî de prose ji ber sedemên cuda hat paşxistin, lê me duh di civîna Encûmena Wezîran de pêşwazî li roja nû ya hilbijartinan kir.”

Rêber Ehmed îro 27ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de got: “Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji beriya 2 salan amade ye hilbijartin bên kirin. Niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevkariya Komisyonê bike ji bo lidarxistina hilbijartineke pak û dadperwerane.”

Li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Ehmed wiha axivî: “Serdanên vê dawiyê yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê, pêwendî derbasî qonaxeke din bûne û em çaverê dikin ku di demeke nêzîk de beşek ji pirsgirêkan werin çareserkirin, bi taybetî mijara mûçe û bûdceyê, ku gavên baş avêtine, ewên maye jî ku pirsgirêkên girêdayî petrolê û madeya 140 ne, lê serokwezîr hewlên cidî dide ji bo di demeke nêzîk de wan çareser bike.”

Wezîrê Navxwe bal kişand ser, “Destûr ew belge ye ku hemû pêkhateyên Iraqê li ser hevnêrîn in û em Kurd jî bi vê destûrê dilxweş in, ji ber ku piraniya maf û daxwazên rewa yên Herêma Kurdistanê tê de bicih bûne. Bi cîbicîkirina destûrê re, hemû pirsgirêkên Iraqê çareser dibin û hemû pêkhateyên etnîkî û olî hebûna xwe di çarçoveya destûrê de hîs dikin.”

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin