Hikûmeta Iraqê ji bo serjimêriyê di berjewendiya Kurdên Kerkûkê de biryar da

.

Civata Wezîrên Iraqê li ser xwestek û têbîniyên Herêma Kurdistanê yên ji bo serjimêriyê biryar da.

Hate ragihandin ku Civata Wezîrên Iraqê bi seroktiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyaye û li ser têbîniyên Herêma Kurdistanê yên ji bo serjimêriya giştî biryar daye ku xelk li ser bingeha deverên xwe yên resen bên tomarkirin, ne ku li cihên koçber bûne.

Li gorî zanyariyan, wê di serjimêriya Kerkûkê de, xelkê wê parêzgehê wekî yên sala 1957ê bên tomarkirin ku ev jî di xizmeta Kurdên deverên Kurdistanî yên derveyê Herêma Kurdistanê de ye.

Biryar hatiye dayîn ku 20ê vê mehê (20 Mijdar 2024) serjimêriya giştî li Iraqê, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.

Li gorî pêşbîniyên Wezareta Plandananê ya Iraqê, nifusa Iraqê heta sala 2030î digihe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin