Hikûmeta Iraqê bi girtina kampan koçberan neçar dike berê xwe bidin Kurdistanê

.

Serokê dezgeha Lutke bo karûbarên penaber û koçberan ragihand, hikûmeta Iraqê kampên koçberan girtiye ji ber wê jî koçber berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Serokê dezgeha Lutke bo karûbarên penaber û koçberan li Herêma Kurdistanê, Arî Celal ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê kampên koçber û penaberan girtiye û nahêle dîsa vegerin kampan.

Arî Celal her wiha got, ew kesên koçber jî ji ber nebûna xizmetguzarî û ewlehiyê nikarin vegerin ser cih û warê xwe loma berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

 Serokê dezgeha Lutke da zanîn jî, meha borî herî kêm 1300 koçberên Iraqî derbasî Herêma Kurdistanê bûn. Piraniya an li kampên Hewlêr û Duhokê bicîh bûne.

Li Herêma Kurdistanê %30 koçberan li nav kampan de dijîn û yên din jî li derveyî kampan dimînin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin