Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê ‘kampanyayeke berfireh’ ragihand

.

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê kampanya alîkariyê bide destpêkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê bi serpereştiya Encûmena Wezîran civînek li dar xist.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê re anî ziman û ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî mexdûrên vê karesatê bike.

Di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbistana Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6an çêbûn. Erdhejê li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Hatay, Kilîs, Semsûr, Osmaniye û Edeneyê wêraniyên mezin li dû xwe hîştin, li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi tundî hat hîskirin. Zêdetirî 300 erdhejên biçûk jî çêbûn û hîn jî berdewam dikin.

Encûmena Wezîran ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem karwanê alîkariyan gihandiye Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û dê di şandina alîkariyan de jî berdewam be û got, “Di vê navberê de tedbîrên pêwîst ji bo şandina karwanên alîkariyê bo navçeyên ku erdhejê zirar gîhandine li Sûriyê.”

Qaymeqam û serpereştyarên Îdareyên Serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin ku “Kampanyayeke mezin ji bo gihandina alîkariyan û komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên karesatê” bidin destpêkirin.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye