Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo 11 bendavan budce terxan kir

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo nûkirina 11 bendavên Herêma Kurdistanê pêşniyar terxankirina milyar û 250 milyon dinar pesend kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, li ser pêşniyara wezaretê, bûdceya bi qasî milyar û 250 milyon û 250 hezar dînar (856 hezar dolar) ku ji bo nûkirina 11 bendavên dihat xwestin, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pesendkirin.

Li gorî daxuyaniyê, bendavên ku tê plankirin bên nûkirin wiha ne; Bendava Dêgele ya Hewlêrê, bendavên Herawe, Kadirkerem, Avêspî yên Duhokê, bendavên Şiwesur, Heşe Zîne, Çeme Simore, Keşkan û Bêdohê yên di nava sînorên rêveberiya taybet a Germiyan de ne.

Di van salên dawî de bi taybetiy îsal ji ber hişkesaliyê çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê gelekî kêm bûne.

Li aliyê din ve siyaseta avê ya Tirkiye û Îranê jî ji wan faktoran in ku bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

Ev rewş di serî de çavkaniyên ava vexwarinê zerareke cidî dide sektora çandiniyê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi budceya di dest de ji bo kêmkirina bandora hişkatiyî hewl dide li hember kirîza avê gavên pêwîst bavêje.

Li gor zanyariyên Komîsyona Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Parlamentoya Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê 25 projeyên bendavên mezin û navîn hene. Ji bo îhaleya 9 ji wan 60 şîrketên navxweyî û biyanî proje pêşkêş kirine. Di qonaxa yekem de dê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bendav bê çêkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN