Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em qebûl nakin ku Bexda destkariya rêjeya serjimêriyê bike

.

 Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî encamên fermî yên serjimêriya Îraqê, rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê ji sedî 14,1 e lê Wezareta Plandanînê ya Federal destkarî li rêjeyê kiriye.

Hikûmet ji Bexdayê dixwaze ku ew rêjeya fermî (ji sedî 14,1) ji bo para budceya Herêma Kurdistanê bike bingeh.

Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di civînê de, Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raporeke hûrgilî li ser serjimêriya giştî ya niştecihan pêşkêş kir ku Çiriya Paşîn a 2024an hatibû kirin.

Li gorî raporê û encamên fermî, rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê (ji bilî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê) wekî ji sedî 14,1 hatiye destnîşankirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe derbirî ku "Wezareta Plandanînê ya Federal, berevajî peyman û biryarên Lijneya Wezîran a Îraqê, reftar bi encamên serjimêriyê re kiriye û destkarî li rêjeyê kiriye."

“Em destkariyê qebûl nakin”

Lijneya  Wezîran tekez kir "Em destkariya li rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê qebûl nakin û ji bo rastkirina xeletiyan dê gavên pêwîst biavêjin."

Her wiha daxwaz ji Serokkomarî û fraksiyonên Kurdistanî hat kirin ku "Rê nedin destkarî li encaman were kirin û nabe bê qebûlkirin ku rêjeya niştecihan ji sedî 14,1 kêmtir be."

Yekxistina îmtiyazên girtiyên siyasî

Mijareke din a civînê taybet bû bi yekxistina mafên darayî yên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gel hevtayên wan ên li Îraqê.

Lijneya Wezîran piştgirî da gavên Wezareta Kar û Barên Şehîdan da ku girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî, bi liberçavgirtina taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê, ji heman îmtiyazên girtiyên Îraqê sûdê wergirin.

Ji bo wê mebestê, Wezareta Karû Barên Şehîdan hat erkdarkirin ku li gel Dezgeha Girtiyên Siyasî ya Îraqê berdewamiyê bide gotûbêjan da ku mekanîzmayekê ji bo xerciyên şayîsteyan ji aliyê Bexdayê ve bibînin ku li gorî Madeya 132yan a Destûrê erka hikûmeta federal e.

Siyaset Haberleri

Ebas Eraqçî: Em rê nadin ku Amerîka Tengava Hurmizê xirab bi kar bîne
Trump: An em dê bi Îranê re li hev bikin an jî em dê wan parçe parçe bikin
Li Efrînê ji bo parastina şûnwarên dîrokî kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin
Îran: Me li baregehên Amerîkayê yên li Hewlêr û Urdinê li xist
Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin