Hikûmeta Fransa banga rakirina cezayê îdamê li Îranê kir

.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê, li ser cezayên darvekirinê ku rojane li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dadgehên rejîmê ve tê sepandin, daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Derve ya Fransayê, kiryara darvekirinê weke nîşana bêdengkirinê ya dijî hemû kesên daxwaza mafê xwen dikin pênase kir û got: “Em bang li Îranê dikin, di çi rewşekê de be jî, divê demek ji ya din zûtir dawî li cezayên darvekirinê bîne.”

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê jî doh di rapora xwe ya sala 2024an de eşkere kiribû ku 31 ji wanh jin, bi giştî 975 kes hatine darvekirin û temenê hinekan di bin 18 saliyê de bûye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle