Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hişyarî da Îranê

.

 Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed Hesen Şeybanî hişyarî da Îranê û got, “Divê Îran rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê, serwerî û yekperçetiya axa welat bigire.”

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed Hesen li ser hesabê xwe yê Xê bangî Îranê kir ku rêzê li îrade, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigire.

Eseed Hesen Şeybanî wiha nivîsandiye:

“Divê Îran rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê û serwerî û yekparçeyiya axa wê bigire.

Em Îranê hişyar dikin ku xwe ji belavbûna kaosa li Sûriyeyê dûr bixe û em Îranê ji encamên daxuyaniyên vê dawiyê berpirsyar dibînin.”

Seferên asmanî hatin rawestandin

Ji aliyê din ve, Serokê Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê Husên Purferzane ragihand ku seferên asmanî yên navbera Îran û Sûriyeyê bi awayekî demkî hatine rawestandin.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir