Hikûmeta Demkî ya Sûriyê: Kurdistan yekem alî bû hevkariya me kir

.

Wezîrê Darayî û Aborî  yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdulhekîm Mistefa Misrî  got ew spasya Herêma Kurdistanê û Dezgehê Xêrxwazî ya Barzanî dikin ku alîkarî gihandine wan.

Ebdulhekîm Misrî diyar kir ku ew ji bo gihandina alîkariyan bo herêmê amade ne her hêsankariyan bikin û got: “Bi rastî bersivdayîna lezgîn a dezgeh bû û rola gelê Kurdistana Iraqê di derbaskirina êşa ziyanmendên erdhejê de gelekî mezin bû.”

Misrî diyar kir ku pêdiviya wan bi alîkariyeke zêdetir heye, tenê Cindirêsê pêdiviya wê bi 4 hezar çadiran heye û got: “Pêdiviya Efrînê jî bi hezar çadiran heye, pêdiviya giştî herêmê bi nêzîkî 8 heta 9 hezar çadiran heye, pêwîstî bi betaniyan heye.”

Di heman demê de Misrî  da zanîn ku “Heta niha li gorî amarên dawî yên şeva borî 4 hezar û 200 şehîd hene û nêzîkî 7 hezar û 500 birîndar jî hene, birîna piraniya wan sivik in û ji ber astengiyên li nexweşxaneyan piraniya wan di malan de tên dermankirin.”

 Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt