Hikûmeta Almanyayê biryar da: Hêzên me dê saleke din jî li wir bimînin

.

Hikûmeta Almanyayê biryar da ku erkê artêşa xwe ya li Îraqê saleke din dirêj bike.

Biryara hikûmetê dê biçe parlamentoyê û dê li wir were pesendkirin.

Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniya ku li ser biryarê ragihandiye de got:

“Artêşa me dê li ser daxwaza Îraqê li wî welatî bimîne û piştevaniya aştî û aramiyê bike.”

Erkê hêzên Almanyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê di 31ê Çiriya Pêşîn de bi dawî dibe.

Hikûmeta Almanyayê berî wê dîrokê ew erk salekê dirêj kir û tê çaverêkirin ku Parlamentoya Almanyayê jî deng li ser dirêjkirinê bide.

Parlamentoya Almanyayê dê deng bide

Parlamentoya Almanyayê dê 20ê Îlonê dest bi rûniştinên xwe bike.

Piştî parlamentoyê deng li ser biryara hikûmetê da, piştre divê ji aliyê Encûmena Federal ve jî were pesendkirin.

Parlamentoya Almanyayê 21ê Çiriya Pêşîna 2022yan ji bo biryardana li ser dirêjkirina dema mayîna hêzên xwe yên li Îraqê civiyabû.

Di wê civînê de ji 644 parlamenteran 535an ji wan ji bo dirêjkirina erkê hêzên xwe dengê “Erê”, 104an dengê “Na” da, 4 parlamenteran jî deng neda.

Almanya ji sala 2014an ve, endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye.

Almanya bi rêya operasyonên esmanî, perwerde, parvekirina zanyariyan, lêkolîna tawanên DAIŞê, cezakirina çekdarên wê û avakirina herêmên rizgarkirî, alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê dike.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin