Hikûmeta Alman: Çalakiyên sîxurtiyê yên MÎTa Tirk zêde bûne

.

Hikumeta Alman eşkere kir ku di salên dawî de çalakiyên Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ên sîxurtiyê li welatê wan zêde bûye. 

Parlementera Partiya Çep a Almanyayê Sevîm Dagdelen, pirsanemeyek pêşkeşî hikûmeta Almanyayê kiriye û mijara sîxurtiyê ya MÎTa Tirkiyê xistiye rojeva Meclîsa Federal a Almanyayê û hikûmetê jî bersiv daye.

Hikumetê Alman di bersiva pirsnameyê de diyar kiriye ku ji ber çalakiyên sîxurtiyê yên MÎTê di sala 2020an de 4 û di sala 2021ê de jî 6 lêpirsîn hatine destpêkirin, lê ji bo du lêpirsînên sala borî biryara ‘neşopandinê’ hatiye dayîn.

Di nûçeya medya Alman de hatiye gotin ku li gorî texmînan li Almanyayê 8 hezar kes ji MÎê re dixebitin.

Heriha hatiye diyakirkirin ku di xebatên îstîxbaratê de saziya Yekîtiya Tirk Îslam a Karên Diyanetê-DÎTÎB roleke mezin dilîze ku 900 mizgeftên wê hene û meleyên li van mizgeftan agahiyên derbarê mûxalifên deshilatdariya Erdogan de yekser digihînin konsolosxane û balyozxaneyên Tirkiyê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle