Hikûmet: Divê piraniya derfetên kar di projeyan de ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bin

.

 Li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, divê % 75 ji derfetên kar di sektora giştî û taybet de ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê be.

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ji K24ê re ragihand: “% 75 ji derfetên kar di her proje û pîşeyekê de li Herêmê divê ji bo welatiyên Kurdistanê be û nabe karkirina karkerên biyanî di her proje û pîşeyeke bazara sektora taybet de ji % 25ê kesên ku di projeyê de dixebitin derbas bike.”

Amaje bi wê jî kir, “Ciwanên bêkar ên Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina derfetên kar li Herêmê, li pêş biyaniyan in. Hêvîdar im ev biryar wek xwe were cîbicîkirin.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 20î Îlona 2022ê biryar da, nabe xwediyên kar bêyî erêkirina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, di kar û projeyên xwe yên di sektora giştî û taybet de, kesên biyanî bi kar bînin.

Di biryarê de ku ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatiye îmzekirin, hatiye gotin, divê xwediyên kar di pîşe û projeyên bazar û sektora taybet û projeyên hevbeş ên di navbera sektorên giştî û yên taybet de, giringiyê bidin welatiyên Herêma Kurdistanê, da ku derfetên kar li Herêma Kurdistanê dabîn bikin, bi awayekî ku herî kêm % 75 kar û projeyan ji welatiyên Herêma Kurdistanê bin û ji %25 derbas nebe.

Çavkanî: K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin