HEZKURD: Piştî 7ê Sibatê jî em ê çavdêriya proseya dersa Kurdî bikin

.

Berdevkê HEZKURDê Bariş Celalî di derbarê mijara xebatên HEZKURD û proseya hilbijartina dersa Kurdî (Kurmancî û Zazakî) de axivî û diyar kir, ew weke Hereketa Zimanê Kurdî, piştî bidawîbûna dema hilbijartina dersa Kurdî, çavdêriya birêveçûna wan dersan bikin.

Berdevkê HEZKURDê ji K24ê re eşkere kiriye: “7ê Sibatê proseya fermî bi dawî dibe, lê kar û xebatên ji bo ziman û ji bo milet, her berdewam e. Ji ber ku piştî wê divê em çavdêriya vê proseyê bikin, gelo bi awayekî baş û tendirust, li gor hiqûqê birêve diçe an na.”

Berdevkê HEZKURDê daye zanîn, ji bo kampanyaya hilbijartina zimanê Kurdî li dibistanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, destpêkê bi 300 xwebexş daketine qadan û dest bi agahdarkirina welatiyan ji vî mafê fermî kirine. Lê niha hejmara xwebexşên Kurd ji bo alîkariya kampanyayê gihîştiye 700 kesan.

Herwiha Bariş Celalî bal kişandiye ser piştgiriya hemû aliyên civakê ku ji bo dersa Kurdî hatine nîşandan û destnîşan kiriye: “Ev ji bo Bakurê Kurdistanê, bi taybetî saha Tirkiyê, bûyereke dîrokî ye. Cara yekem, miletê Kurd bi înîsiyatîfa sivîl û rewa, bi awayekî defakto ji bilî siyasetê, daxwaza mafê xwe yê rewa dike, mebest di vir de ziman e, li gor yasa û rê û qanûnên medenî, çi yên navxweyî û çi yên navnetewî be, tevdigere.”

K24

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin