Hêzên Tirkiyê xaleke çavdêriyê li Hemayê ava dikin

.

Hat diyarkirin ku li ser girê gundê Qerqûr li deşta Xabê ya rojavayê Hema ya Sûriyê, hêzên Tirkiye dest bi avakirina xaleke çavdêriyê kirine.

Li gor çavkaniyên opozisyona Sûriyê, ev demeke hêzên Tirkiyê dest bi avakirina xaleke çavdêriyê li ser girê gundê Qerqûr li deşta Xabê ya rojavayê Hema ya Sûriyê  kirine.

Li gor heman çavkaniyê xala nû ya hêzên Tirkiye 3 kîlometre dûrî Rêya M4 a navdewletî hatiye avakirin ku Heleb-Idlib û Laziqiyê bi hev girê dide, tê çavrêkirin roja 7ê Hezîranê jî têkeve warê bikaranînê.

Ji dema Tirkiye derbasî nav axa Sûriyê bûye, 60 binke û xalên leşkerî li parêzgehên Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê ava kirine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle