Hêzên Tirkiyê gundên Efrînê dide ber topan

.

 Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi zêdetir 150 mûşekî êrîşî gundên Aqîbê, Soxanekê, Ziyaratê, Bênê û Xirêbekê yên Efrînê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Tirkiyê şeva borî bi zêdetir ji 50 mûşek û topan bi gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa de barandin û di encamê de otomobîleke sivîlan şewitî û hejmarek malên sivîlan hilweşîn.

Her wiha ragihand, hêzên Tirkiyê gundên Soxanekê, Ziyaratê, Bênê û Xirêbekê dan ber topan û zêdetir ji 100 top û mûşekan li wan gundan û derdora wan ketin.

Navçeya Şêrewa li rojhilatê başûrê Efrînê ye û piraniya gundên wê navçeyê di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve hat dagîrkirin. 12 gundên wê navçeyê hîn jî di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne. Her car jî şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û YPGê de derdikevin.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle