Hêzên Tirkiyê gundên Efrîn û Kobanî topbaran kirin

.

Hêzên Tikriye gundê Bîne li navçeya Şêrewe û gundê Keştar li navçeya Şera li Efrînê topbaran kirin, hevdem gundên Cîşan, Xirabîsan, Cariqlî û Qeremox li gundewarê Kobanî topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 8ê Barfanbarê hêzên Tikriye gundê Bîne li navçeya Şêrewe û gundê Keştar li navçeya Şera li Efrînê ku hêzên hikûmetê li wan dimînin topbaran kirin, hevdem gundên Cîşan, Xirabîsan, Cariqlî û Qeremox li gundewarê Kobanî ku hêzên hikûmetê li wan dimînin topbaran kirin.

6ê Barfanbarê jî, hêzên Tirkiye gundê Dêr Cemalê ku hêzên Kurdî û yên hikûmetê lê dimînin topbaran kirin, di encam de zerar gihan mal û milkê xelkê.

Hêzên Tirkiye bajarokê Zirganê û gundên Rebîat, Xirbet Şiîr û Til el-Werd li gundewarê navçeya Til Temirê ya bakurê rojavayê heseke bi dijwarî topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 8ê Barfanbarê hêzên Tirkiye bajarokê Zirganê û gundên Rebîat, Xirbet Şiîr û Til el-Werd li gundewarê navçeya Til Temirê ya bakurê rojavayê heseke bi dijwarî topbaran kirin, di encam de pêleke  derbiderbûna xelkê navçeyê ber bi navçeyên aram ve dest pê kir.

7ê Barfanbarê jî, hêzên Tirkiye gundên Gozeliyê û Tewîle li navçeya Til Temir topbaran kiribûn, di encamê de zerarên zêde giha bûn mal û milkên xelkê.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye