Hêzên Tirkiyê 2 gundên Kobanî topbaran kirin

.

Hêzên Tirkiyê herdû gundên Zor Mixar û Boraz li rojavayê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, hêzên Tirkiyê herdû gundên Zor Mixar û Boraz li rojavayê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, heta niha ti zanyarî derbarê zerar û ziyanan de nehatine dayîn.

14ê Gulanê jî, hêzên Tirkiyê gundên Zor Mixar, Şêxler û Corîn li derdora Kobanî topbaran kiribûn, hevdem gundên navçeya Minbicê jî li rojhilatê Helebê ku Hêzên Sûriyeya Demoktratîk lê dimînin topbaran û mûşekbaran kiribû.

Herwiha di 11ê Gulanê Firokeyên bê firokevan ên artêşa Tirkiyê li navenda Kobanî û li başûrê Kobanî li ser rêya Helebê 2 êriş pêk anî bû û di encama êrişa li Kobaniyê de welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Ekrem Ustek ê 50 salî, ku di sala 2014 da ji bo şerê li dijî DAIŞê de li ser banga seferberiyê derbasî Kobaniyê bûbû, jiyana xwe ji dest dabû.

Di 3 rojên dawî de zêdetirî 50 gund hatin topbarankirin

Li aliyê Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) roja Yekşemê eşkere kir ku hêzên Tirkiyê di 72 demjimêrên dawî de zêdetirî 50 bajarok û gundên bakurê rojhilatê Sûriyê bombebaran kirine.

Herwiha SOHR da zanîn di encama van binpêkirinan de zêdetirî 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku di nav wan de jin û zarok hebûn, û bêtirî 280 kes birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Eger Mam Celal bûya dê çi bikira?
Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin
Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.