Hêzên tepeserker yên rejîmê êrîşî ser mala welatiyan li bajarê Ciwanroyê dikin

.

Pêka vîdyoyên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin nîveşeva derbasbûyî 13`ê Befranbarê hêzên tepeserker yên rejîma Îranê li bajarê “Ciwanro”yê bi bê hebûna ti belgeyekê êrîş dikin ser malên welatiyan û bi lêdan û kutan bi awayê şevane wan binçav dikin û bo cihên nexuya vediguhazin.

Herwisa hatiye ragihandin ku hêzên rejîmê bi zêdetir ji 50 maşînan di nava kolanên bajarê “Ciwanro”yê digerin û êrîş dikin ser malên welatiyan û di şeva derbasbûyî de nêzî 30 ciwanên wî bajarî revandine.

Rewşa bajarê Ciwanroyê piştî merasima çileya 7 şehîdên wî bajarî nebaş e û rêjeyek zêde ji hêzên hov yên rejîmê bo nava bajar hatine veguhastin û amara welatiyên binçavkirî zêdetir dibin û eva xwe cihê nîgeraniyê ye.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt