"Hêzên Sûriyeyê bi hevahengî ber bi navçeyên HSDê ve diçin"

.

Jêderekî ragihand, hêzên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bi hevahengî ligel hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbasî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê dibin.

Peyamnêrê K24ê Enwer Ebdulletîf li ser zarê jêderekî taybet da zanîn, hêzên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bi hevahengiya ligel HSDê, sibe ber bi bakurê rojhilatê Sûriyeyê ve diçin.

Wî jêderî destnîşan kir, armanca proseya leşkerî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ew e ku binkeyên leşkerî û xalên sînorî werbigire. 

Ev gava Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê piştî wê tê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera îro 10ê Adarê rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin û tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê kirin.

Di xaleke din jî hatiye, hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.

K24

Kurdistan Haberleri

PWK û PDKyê Li Swêdê Hevdîtinek Pêk Anîn
PWK li Swêdê beşdarî behî û merasima pakrewanên pêşmergeyên Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê bû
YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê