Hêzên sînorî yên Iraqê dê li Zaxoyê xalên nû yên çavdêriyê ava bikin

.

Berdevkê Fermandehiya Hêzên Sînorî yên Iraqê, Heyder Kerhî ragihand ku dê li herêmên sînorî yên Zaxoyê xalên nû yên çavdêriyê bi piştevaniya kamerayên termal bên avakirin.

Heyder Kerhî diyar kir ku Fermandehiya Hêzên Sînorî ya Iraqê kar dike ku çend xalên çavdêriyê yên nû li ser sînorê bakurê Kurdistanê ava bike da ku pêşî li tevgerên nexwestî bigire.

Berdevk Kerhî got:

“Em ê bi baldarî hejmar û cihê van xalên çavdêriyê lêkolîn bikin. Her weha em ê kamerayên termal û amûrên çavdêriyê yên pêşketî jî li wan bi cih bikin.”

Wî da zanîn ku ji ber devera erdnîgariya Zaxoyê, ew lêkolîneke bi vî rengî dikin û got, ”Ji ber ku rewşa hewayê ya li Zaxoyê ne aram e, em vê yekê li ber çavan digirin.”

Di 24ê Çile de di şerê navbera gundên Soriye û Şîlan ên bajarokê Batîfa ya Zaxoyê de 2 parêzvanên sînor canê xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bûbû.

Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ragihandibû ku êrîş ji aliyê şervanaên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ve hatiye kirin. Lê belê saziyên çapemeniyê yên nêzî PKKyê îdia kirin ku tu têkiliya wê bi êrîşê re tune ye.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê