Hêzên rejîmê li deverên derdora bajarê Urmiyê givaş xistine ser xwedî ajeldaran

.

Givaşên hêzên rejîma Îranê bo ser ajeldarên devera Mirgewer ya girêdayî bajarê Urmiyê berdewam e û nêzî 700 ser pezên wan ji aliyê Spaha Pasdaran ve dest bi ser de hatiye girtin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, hêzên rejîma Îranê li devera Mirgewer ya girêdayî bajarê Urmiyê û li çêrîngehên “Dalanper û Bozê Sîna” yên girêdayî vê deverê, givaş xistine ser ajeldarên Kurd û nêzî 700 ser pezê wan ajeldaran dest bi ser de girtine girtin û bi barhigirên leşkerî veguhastine û bi xwe re birine.

Di çend mehên derbasbûyî de, carek din bi vî awayî hêzên rejîmê givaş xistibûne ser ajeldarên devera Mirgewer û gotibûn ku divê bibine endamê Saziya terorîstî ya “Besîcan” ku girêdayî Spaha Pasdaran e, û ji egera qebûlnekirina vê yekê, rê ji we re yayê nan ku ajelên xwe bo wan zozan û çêrîngehan ku warê bav û kalên wan in, veguhazin.

Herwisa di meha Cozerdana derbasbûyî de, li devera Mirgewer dest bi ser dehan dehan ser pezên welatiyên gundê “Dizê” bi sedema qebûlnekirina gotinên hêzên rejîmê û endamnebûn li saziya terorîstî ya “Besîcan” de hatine girtinê; her bi vî awayî ev givaşên han xistibûne ser xelkê gundê “Zêwe” yê girêdayî dever Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê jî.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’