Hêzên rejîma Îranê li Urmiyê bi kom ciwanan biçav dike

.

Li bajarê Urmiyê hêzên ewlehî yên rejîmê dest avêtine bi binçavkirina bi kom a welatiyan û di navbera du rojan de zêdetir ji 20 ciwanên Kurd li bajarê Urmiyê hatine binçavkirin.

Li gor nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê hêzên ewlehî yên ser bi Spaha Pasdaran, di navbera du rojan de li bajarê Urmiyê dest avêtine bi binçavkirina bi kom a welatiyên Kurd û ji her kesî şik û guman hebin binçav kirine.

Çavkaniya aghedar daye zanîn ku, li 13 û 14ê Xezelwerê, hêzên ewlehî yên Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê êrîşê ser qehwexaneyan kirine û ji her kesekî şik û guman hebin bi awayekî hovane binçav kirine û bo girtîgehên ewlehî veguhstine.

Wê çavkaniyê gotiye: Hêzên ewlehî yên rejîmê serdana hemû qehwexaneyên Urmiyê kirine û her qehwexaneyek vekirîba, dirijiyane ser welatiyên wir û bi xwe re dibirin.

Di berdewamiyê de wê çavkaniyê daye zanîn, ku heta niha zêdetir ji 20 ciwanên Kurd yên Urmiyê di wan du rojan de hatine binçavkirin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye