Hêzên rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê 2 ciwanên Kurd kuştin

.

Li bajarê Pîranşarê di pêvajoya xwenîşandanên seranserî yên bajarên Kurdistanê de,  hêzên  rejîma Îranê du welatiyên bi navên “Tahr Ezîzî” kurê Silêman temen 30 salî û “Karwan Qadirşukirî” kurê Îdrîs, temen 16 salî bi teqeya rasterast şehîd kirin.

Herwisa li Dêwlanê jî, di berdewamiya pêvajoya xwenîşandanên seranserî yên bajarên Kurdistanê de, “Muhsên Niyazî” temen 25 salî, bi teqeya hêzên serkutkar yên rejîma Îranê şehîd bû.

Duh şev hêzên rejîma slamî ya Îranê li bajarê Ciwanroyê, du xwenîşanderên bi navên “Êrfan Kakayî” û “Bihadîn Veyîsî”, jî kirin armanca rasterast ya golleyên xwe û şehîd kirin.

Pêka dawîn amara Orgna Nûçeyî ya Koma Çalakvanên Mafê Mirovî ya Hranayê, ji destpêka serhildana seranserî yên bajarênn Kurdistan û Îranê de, heta niha 419 xwenîşander bi destên hêzên rejîma Îslamî a Îranê hatine şehîd kirin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt