Hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî bicîh dibin

.

Wezareta Pêşmerge ragihand, Lîwaya 20 a Wezareta Pêşmerge bi lîwayeke din a artêşa Iraqê re dê tevlî hev bibin û 2 lîwayên hevbeş dê jê werin avakirin, ji bo li navçeyên Kurdistanî yên Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û Mexmûrê werin bicihkirin.

Di nivîsekê de ku îmzeya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser e, rizamendî hatiye daîn ku Lîwaya 20 a Wezareta Pêşmerge bikeve ser Wezareta Berevaniyê ya Iraqê.

Supasalarê Pêşmerge yê Operasyonan Qareman Şêx Kemal ji K24ê re aşkere kir, di çarçoveya rêkeftina Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de, 2 lîwayên hevbeş ji Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê tên avakirin, Wezareta Pêşmerge jî Lîwaya 20 ji bo vê mebestê diyar kiriye, ji bo biçe ser Wezareta Berevaniyê ya Iraqê , ta ku ligel lîwayeke din a artêşa Iraqê, 2 lîwayên hevbeş bêne pêkanîn û li Kerkûk, Deşta Mûsilê, Mexmûr û Xaneqînê bi cih bibin.

Qareman Şêx Kemal destnîşan kir jî, derbarê erk û mûçeyê wan her du lîwayan de, Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê di demeke nêzîk de dê bicivin û rêkeftina dawî bikin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin