Hêzên Îranê kolberekî Kurd kuşt!

.

 Hêzên sînorî yên Îranê, li Hewramanê kolberekî Kurd kuşt.

Nûçegihanê Rûdawê Sazgar Selah ragihand ku bûyerê doh êvarê li gundê Sergetiyê yê herêma Hewramanê ya Helebceyê rû daye.

Navê wî kolberî Aram Xelîl e û ew 26 salî bûye.

Hat zanîn ku hêzên Îranê rasterast gulê lê reşandine û wî canê xwe ji dest daye.

Hevalekî Aram ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Wî her roj karê kolberiyê dikir. Saet derdora 8ê êvarê hêzên sînorî gule lê reşandin.”

Hevalê wî diyar kir ku wan Aram bi birîndarî gihandiye nexweşxaneyê lê ji ber ku birînên wî xedar bûn rizgar nebûye.

Dê û bavê Aram ne li heyatê ne û wî jî xwişk û birayên xwe bi kolberiyê xwedî dikirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê