Hêzên Îranê bi çekên giran derbasî nava Mihabadê bûn

.

Şeva derbasbûyî hêzên Îranê bi çekên giran çûne nav bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê û elektrîk li ser bajêr hate qutkirin û her wiha berdewam dengê teqeyan dihatibe bihîstin.

Li gorî wan vîdeoyên serê sibeha îro hatine belavkirin, nav bajêr tarî ye. Li her derê dengê teqekirinê tê. Lê nerazîtî berdewam in. Ciwanan agir vêxistine û jin û keç li ber deriyan dirûşmên li dijî desthilatê dibêjin.

Li bajarên derdora Mihabadê bi rêbendan û agir hilkirinê ciwanên xwepêşander hewl didin rêya çûna hêzên serbazî bo nav bajarê Mihabadê bigirin.

Li bajarên Bokan, Seqiz, Merîwan, Dîwandere, Pawe, Kirmaşan, Bane, Nexede, Pîranşar û Xoyê yên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam bûn. Xwepêşandaneke mezin jî li bajarê Murmurî yê parêzgeha Îlamê hebû, hejmareke navendên hikûmî û bingehên Supaya Pasdaran ji aliyê xelkê ve hatin şewitandin.

Li Îranê jî li parêzgehên Tehran, Şîraz, Erak, Erdebîl û Tewrêz û hejmareke bajarên din jî nerazîtî şeva derbasbûyî berdewam bûn.

Kesên naskirî yên Îranî di rêya torên civakî de hişyariya rewşeke xirab li Mibahadê didin û bang li xelkê bajarên cuda yên Îranê kirine ku piştîvaniya xelkê bajarê Mihabadê bikin.

Li bajarê Endîşe yê serbi parêzgeha Tewrêzê, avahiya şaredariyê ji aliyê xwepêşanderan ve hate şewitandin.

Li derve jî di li ser daxwaza encûmena malbatên qurbaniyên balafira Ukraynî, di salvegera xwepêşandanên sala 2019ê yên Îranê de xwepêşandan li çendîn bajarên cîhanê birêve çûn.

Duh û şevê din jî li bajarên Parîs, Berlîn, Bruksel, London, Roma, Prag, Budapeşt, Ziyorîx, Glasko, Dublîn û çend bajarên Kanadayê xwepêşandan hatin kirin.

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e