Hêzên Amerîkî û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li nav Qamişlo geriyan

.

Hêzên Amerîkî derbasî nava taxên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bûn û ligel Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li nav bajêr geriyan.

Serbazên Amrîkî derbasî taxa Cûmayê ya bajarê Qamişlo bûn û nav wê taxê geriyan û bi hejmarek welatiyan re danûstandin kirin.

Welatiyê Kurd Dawûd Silêman ji Rûdawê re dibêje ku divê Ameîrkî mafê wan garantî bikin û wan biparêzin, dibêje em serxwebûnê dixwazin.

Dawûd Silêman ê 67 salî got: “Em ji Amerîka daxwazin li bakur rojhilatî sûriyê mafê Kurdan û mafê Ereban û yê tevaya xelkê bidin, ne ji wan ba dê ziyaneke mezintir gihaba me.”

Bi çar otomobîlên serbazî, leşkerên Amrîkî yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li navçeyê ne ji serbazgeha Rimêlan berê xwe dan Qamişlo û bi Asayîşa Rojavayê Kurdistanê re dewriyek hevbeş encam dan..

Serbazekî Amrîkî jî got: “Ev serdaneke kurt e, serdana me ya bê dê dirêjtir be û em dê serdana navenda asayîşê bikin, daku em rewşa ewlekariyê bişopînin û pêşhatên deverê bibînin.”

Yek ji rêveberên Asayîşa Qamişlo Şiyar Qamişlo jî got: “Serbazên Amrîkî bi serdan hatine deverê daku jiyana xelkê û gefên Tirkiyê bibînin.”

Beriya niha gelek caran dewriyên Amrîkî di nava Qamişlo de hatine encamdan, lê ev cara yekê ye bi asayîşê re û di nava kolanan de, peya dimeşin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Ji bo derbaskirina krîza Kurdistanê, pêwîst e hilbijartin bên lidarxistin - Arif Qurbanî*
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê