Hêzên Amerîkî, HSD û Artêşa Sûriyeya Azad baregeheke leşkerî li nêzîkî Şamê ava dikin

.

Hêzên Amerîkî, HSD û Artêşa Sûriyeya Azad derbasî Firokexaneya Dimêr ya serbazî li derdora Şamê bûne û baregeheke serbazî ava dikin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, hêzên Amerîkî ligel bi sedan ji şevanên HSDê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad derbasî Firokexaneya Dimêr ya Leşkerî ya li derdora Şamê bûne, ji bo avakirina baregeheke leşkerî ji hêzên Amerîkî re, ji bo pêkanîna operasyonên hevbeş.

Diyar kir jî, Firokexaneya Dimêr ya Leşkerî cihekî stratejîk e ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî li beyabana Sûriyeyê li dijî DAIŞê.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di qonaxa bê de, dê operasyonên hevbeş di navbera Wezareta Berevaniyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li dijî DAIŞê li biyabana Sûriyeyê hebin.

Rewangehê da zanîn jî, Artêşa Sûriyeya Azad ku Hevpeymaniya Navdewletî piştevanî dike, di dema dawî de bajarê Dimêr yê li gundewarê Şamê kontirol kiriye û berpirsiyaretiya ewlehiyê li wî bajarî wergirtiye.

Artêşa Sûriyeya Azad ku bi navê (Mexawîr) tê nasîn, grûpeke Sûrî ye di sala 2015an de hat damezirandin, ji aliyê Amerîkayê ve hatiye perwerdekirin û li nêzîkî baregeha Tinif a li nêzîkî sînorê Sûriye - Iraqê bicih dibe.

Bajarê Dimêr 45 K.M li bakurê rojhilatê Şamê li rêya navdewletî ya M-5 dikeve ku ew rê Şam û Heleb bi hev e girê dide.

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin