Hêzên Amerîkayê ber bi rojhilatê Ewropayê bi rê ketin

.

Matt Visser diyar kir; serbazên wan ji bakurê Calorinayê bi balafiran ber bi rojhilatê Ewropayê bi ketine.

Berdevkê Artêşa Amerîkayê Matt Visser ragihand; di destpêka zêdebûna aloziyên navbera Ukrayna û Rûsyayê de, Amerîkayê ber bi rojhilatê Ewropayê dest bi tevgerê kir.

Matt Visser diyar kir; serbazên wan ji bakurê Calorinayê bi balafiran ber bi rojhilatê Ewropayê bi ketine.

Visser eşkere kir: “Em ê nêzîkî 1700 serbaz bişînin Polandayê û 300 serbaz jî bişînin Almanyayê.”

Roja çarşema borî, Washingtonê ragihand; nêzîkî 3000 serbazên din dê bişînin Polanda û Romanyayê, ev jî bi mebesta bihêzkirina asayîşa rojhilatê Ewropayê li dijî egera êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê.

Demek e kêşeyên navbera Ukrayna û Rûsyayê kûrtir bûne, Moskow 128 hezar serbaz li ser sînorê Kievê belav kirine, li hember wê, Serokê Amerîkayê Joe Biden biryara şandina hêzê bo rojhilatê Ewropayê derxist.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle