Hêzeke Rûsî li Kobanê bi cih bû

.

Ji bo cara yekem e hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsya li ser çiyayê Miştenûrê yê Kobanê bi cih dibe.

 Ji bo cara yekem hêzên Rûsî li nava bajarê Kobanê bi cih bûn û baregeheke xwe li ser çiyayê Miştenûrê danî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsya li ser çiyayê Miştenûrê yê Kobanê bi cih bû.

Girê Miştenûrê, cihekî stratejîk e û ji bo cara yekem e hêzên Rûsî li wî çiyayî bi cih dibin.

Ev pêngava Rûsya di demekê de ye, Tirkiye di dema dawî de gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û bi riya dronan navçeyên sivîlan û baregehên HSDê li herêma Kobanê û Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle