Hêzeke Pêşmerge derbasî nava gundê Lihêbanê bû

.

Gundê Lihêbanê yê Kerkûk di çend rojên borî de rastî gefên DAIŞê dihat.

Berî bîstekê hêzeke Pêşmerge ji bo parastina xelkê, derbasî nava gundê Lihêbanê yê ser bi nahiya Sergerana Kerkûkê ve bû.

Berpirsê Liqê 23 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kirmanc Ebdulla ji K24ê re ragihand, hêzeke Pêşmerge ji bo parastina xelkê, derbasî nava gundê Lihêbanê bû.

Ji aliyekî din ve, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Odeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Telhet Ebdulxaliq ji K24ê re got: “Niha Fewca 4 a Lîwaya 5 a Artêşa Iraqê û Fewca 2 a Lîwaya 18 a Hêza Pêşmerge gihîştine nava gundê Lihêbanê. Ew her du fewc dê bi hevbeşî gund biparêzin.”

Got jî: Ne tenê ew gund, lê belê hemû gundê Kurdan pêwîstiya wan bi hêzê heye, ta ku ji metirsiyên DAIŞê bêne parastin. Me wek hêzên hevbeş, me tekez kiriye ku nabe gundên Kurdan rastî êrîşan bên û plana erebkirinê lê were bicihkirin.

Piştî ji ber gefên DAIŞê gundê Lihêbanê duhî hatibû valakirin, îro hejmarek ji gundiyan vegeriyan ser mal û milkên xwe.

K24

Hêzeke Pêşmerge derbasî nava gundê Lihêbanê bû
Hêzeke Pêşmerge derbasî nava gundê Lihêbanê bû
Hêzeke Pêşmerge derbasî nava gundê Lihêbanê bû

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle