Heyetên PAK û PSKê li Stenbolê civiyan

.

Di 6ê Adara 2022yê  de li Stenbolê, heyetên PAK û PSKyê li avahîya PAKê civîyan.

Heyeta PSKyê, ku ji endamê meclisa PSKyê  Bahatîn TÛRAN û Serokê Şaxa Stenbolê Mansûr KARA pêk hatibû seredana PAKê  kirin. 

Heyeta PSKyê ji alîyê Cîhgirê Serokê Gîştîyê PAKê Kasim ERGUN, endamê meclîsa PAKê Abid BAYRAM Û endamê PAKê Tahsîn ÛÇAR ve hat pêşawazî kirin. 

Piştî sobet û danûstandinên di derbarê kar û barên daxwazên acîl yên Netewa Kurd de, pêwistî pê dîtin ku komîsîyonekê damezirînin.

PAK, PSK û TDK-TEVGER ji bo danasîna Daxwazên Acîl  yên miletê Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên Partî, sazîyên sivîl û rûsipîyan xebatek destpê kirine. 

Li Stenbolê jî dê ev heyeta ku ji PSK û PAKê pêkhatîye, li ser navê PAK, PSK û TDK-TEVGERê,  bi heman armancê ji bo nasandina Daxwazên Acîl û wergirtina bîr û ray û pêşniyarîyên partî, sazîyên sivîl û rûsipîyên Kurdan dê  seredanan pêkbînin.. 

Civîna li Stenbolê bi aheng û awayekî  berhemdar bi dawî hat.


RN/Stenbol

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN