Heyeteke PWKyê Beşdarî 4emîn Kongreya PSKyê Bû

.

Heyeteke PWKyê Beşdarî 4emîn Kongreya PSKyê Bû

PSKyê roja 15.06.2025ê li Amedê Kongraya xwe ya 4emîn li dar xist. Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê  PWKyê Mehmet Can Azbay, Bedran Acar, Vahit Aba û rêvebirên PWKyê yên Amed û Mêrdînê pêk hatî, beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de Cîhgirê Serokê Giştî yê  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay li ser navê PWKyê axaftinek kir. Ev jî teksta axaftinê ye.....

Dîwana rêzdar, nûnerên partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û ragehandinê, xuşk û birayên delal, merheba ji we re

Li ser navê serokê partîya me rêzdar Mustafa Ozçelîk û hemû rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê rêz û silavên xwe yên dostane pêşkêş dikim.

Îro li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û li gelek heremên dinyê geşedan û bûyerên girîng di qewimin. Bandora van bûyeran bi şêweyekî  pir alî  tesîra xwe nişan dide. Tevî hemû xeterî û tewlîhevbûna pêvajoyê jî, li her çar perçeyên Kurdistanê, gelek derfet û fersendên zêrîn, mezin jî li ber derîyê  milletê Kurd e. Têkoşîn û hewldanên li seranserê Kurdistanê didomin rê li ber destkeftî û serkeftinên nû xweştir dike. Di vê pêvajoya girîng û dîrokî de berpirsîyarî û erke hemû alîyên Kurdistanî girantir dibe.

Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê behsa pêvajoyeke “nû” tê kirin.Me ji di roja ewil de gotîye ku, em piştgirîya çek danîna PKKyê dikin. Çek danîna PKKyê di berjewendîyên gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê de ye. Çek danîna PKKyê û rawestandina operasyonên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê dê li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê zemîna xebat û rêxistinên sîyasî, sivîl, demokratîk xurtir bike. Lê belê, aşkereye ku, bi çek danîna PKKyê pirsa kurd û Kurdistanê çareser nabe; bingeha çareserîya esasî ew e ku mafên ji milletbûnê tên bi cîh bibin û divê millete Kurd mafên xwe yên statuyê û desthilatdarîya xwe bi dest bixe.

Ji bo rêlêvekirina pirsa kurd û Kurdistanê, nabe ku ev pirs di çerçoweyeke teng, ne şefaf, veşartî de bê guftugo kirin.

Divê hemû partî û alîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurd li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd bêne cem hev, alîyê kurdî ava bikin û bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê. Divê mafên acîl ên miletê Kurd bêne qebûl kirin û di qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin.

Beşdarên rêzdar,

Dîroka Kurdistanê û tecrubeyên miletê me nîşan daye ku, kengî gelê Kurdistanê yekrêzî, tifaq û aştîya navxweyî pêkanîbe, rêya serkeftin û destkeftinan vebûye.

PWK, di ware yekîtîya rêxistinî, yekrêzîya nav mala Kurdî, hevkarî, tifaq û xebatên hevbeş de xwedî hişmendîyek çêkir e. Em di heman deman de li Bakûrê Kurdistanê ewha dibêjin: “Yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin di nav yek partîyê de bibin yek, divê hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin, bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin, bila dijminatîya hev nekin”.

Ev nêrîn û formulasîyona me ji bo hemû beşên Kurdistanê derbas dibe. Em hêvî û daxwaz dikin ku hemû alîyên sîyasî, hemû beşên civata Kurdistanê bi hesasîyetek dîrokî girîngîyê bidin nîrxên têkoşînê û bi hişmendîyeke niştimanî sîyaseteke neteweyî bixin rojevê.

Bi vê hişmendîyê, em dibêjin di rewşa heyî de, li her perçeyekî Kurdistanê, pêwîstîya me bi bîr û bawerî û sîyaseteke netewî, niştimanî, bi dîyalogeke kurdî-kurdî û bi hewldanên hevkarî û tifaqên neteweyî heye. Ev yeke her wazîfeyeke me ya niştimanî ye jî. Herweha îro pêwîstî û wazîfeyeke me ya esasî jî, pêkanîna  koordînasyoneke di nav her çar perçeyên Kurdistanê de ye.

Em weke PWK girîngîyek mezin didin parastin û lêxwedîderketina destkeftîyên li her perçeyekî Kurdistanê û em vê yekê weke erk û wezîfeyeke xwe ya neteweyî, niştimanî dizanin.

Em li Başûrê Kurdistanê, piştgirîya ava kirina hikûmeteke hevbeş dikin ku dezgehên pêşmerge, aborî, ewlekarî, dîplomasîyê bikin yek û ji bo bicîhanîna madeya 140î xebateke encamgir bimeşînin, destkeftîyên federe biparêzin.

Em li Rojavayê Kurdistanê, piştgirîya biryar û bernemaya sîyasî ya Konferansa Qamişloyê ya ku roja 26ê nîsana 2025ê li dar ketibû û piştgirîya heyeta hevbeş ya hatîye ava kirin dikin.Em hêvî dikin ku di demeke kurt de heyeta hevbeş ya kurdî li gel Rêvebirîya Şamê rûne û ji bo berjewendî û mafên miletê me yên neteweyî, demokratîk gavên baş bêne avêtin.

Em dibinin ku şerê Îsraîl û Îranê dikare derfet û  firsendên dîrokî  derxe pêşîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de berpirsîyarek mezin  dikeve ser milên xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê. Em hêvî dikin ku di demeke herî kurt de, hemû alîyên sîyasî  yên neteweyî, niştimanî yên Rojhilatê Kurdistanê, tifaqa xwe bihûnin û li himberî firsend û xeterîyên dikare derkeve pêşîya gelê me bi yekhelwestî xwe amade bikin.

Beşdarên rêzdar, xuşk û birayên hêja,

Îro li himberî nasname, ziman, nirx û têkoşîna gelê me ya bi rûmet, êrîşên pir alî û berfireh têne meşandin.

Li himberî van êrîşan, wazîfeyeke me ya neteweyî jî ewe ku, em li nasnameya miletê xwe, li zimanê xwe, li rêberên xwe yên neteweyî û şehîdên xwe, têkoşîna hemû kedkarên xwe yên neteweyî, niştimanî derkevin.

Li Bakurê Kurdistanê, pêwîstîya ava kirina hevkarîyeke neteweyî, demokratîk îro ji her demê zêdetir li pêş me ye. Divê hemû alîyên sîyasî yên ku hebûna miletê Kurd, Kurdistanê û mafê statuyeke sîyasî, milî, cografî diparêzin, li nirxên neteweyî, niştimanî xwedî derdikevin, dest bidin hev û em hevkarîyeke milî demokratîk li Bakurê Kurdistanê ava bikin.

Wek PWK em dibêjin, îro em hemû alîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar, dikarin ji bo partîyeke girseyî, milî, demokratîk, hevbeş ya banî  ku bikaribe beşdarî hilbijartinan jî bibe gavekê bavêjin. Ev jî pêwîstîyeke me ya esasî ye.

Ez li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, bi van bîr û bawerî û hestan, rêzên xwe pêşkêşî we dikim û serkeftinê ji kongeraya dostên me yên PSKyê re dixwazim.

Bijî Kurd, Bijî Kurdistan.

Bijî Hevkerîya Neteweyî, Demokratîk.

Bijî Mafê Çarenûsîya Miletê Kurd

15.06.2025

Mehmet Can Azbay

Cîhgirê Serokê Giştî yê  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Bi hezaran welatiyên Kurd û Îranî ji ser deriyê Wanê ji şer reviyan
Letîf Reşîd û Serokê Dadgeha Federal civiyan: Divê pirsgirêka mûçeyan bê çareserkirin
Rûmala şerê di navbera rêjîma Îranê û Îsraîl
Ebdulrehman Cezayîrî: Amerîkayê bi eşkereyî Heşdî Şebî tehdîd kiriye
Sê biryarên girîng ji bo zimanê Kurdî li Almanya!