Heyeteke PDK-Syê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

Heyeteke PDK-Syê( Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûrîye) roja 16.12.2023yê, li Amedê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Heyeta PDK-Syê ji Berpirsê PDK-Syê yê Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê û endamê Komîteya Navendî ya PDK-Syê Rêzdar Muslum Mihemed û rêvebirên PDK-Syê pêk hatibû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Vahît Aba û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta PDK-Syê kirin.

Heyeta PDK-Syê ji ber damezrandina PWKyê pîrozbahîya PWKyê kir.

Heyeta PWKyê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PDK-Syê kir.

Heyetên PDK-S û PWKyê di derbarê rojeva heyî û rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Hevdîtina heyeta PDK-S û PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
16.12.2023

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn