Heyeteke Partîya Însan û Azadîyê(PÎA) Li Amedê Seredana PAKê Kir

.

Heyeteke PİA yê (Partîya Însan û Azadîyê) ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PİA yê Ahmet Kaya û Sedat Dogan û revebirên Teşkîlata Amedê ya PİAyê pêk hatî , roja 11.12.2021ê seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê yên li Amedê û rêvebirên Teşkîlata Amedê ya PAKê pêşewazîya heyeta Partîya Însan û Azadîyê(PİA) kirin.

Heyeta PİA yê got em wek îadeyî zîyaretê vê seredanê dikin û ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PAKê kir.

Li ser navê heyeta PAKê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, ji bo seredana Heyeta PİA yê spasîya xwe pêşkêş kir.

Heyeta PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) û ya PİA yê (Partîya Însan û Azadîyê) di derbarê rewşa Kurdistanê, Tirkîyeyê û peywendîyên hêzên sîyasî yên kurdan de bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Hevdîtina heyeta PAKê û ya PİA (Partîya Însan û Azadîyê) di atmosfereke erênî û germ de derbas bû. Herdu alîyan girîngîya berdewamîya van peywendîyan anîn ziman.

11.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin