Heyeteke PAKê Seredana Rêvebirîya Herêma Pîşesazîyê ya Sazkirî ya Amedê Kir

.

Heyeteke PAKê roja 01.02.2022yê seredana Rêvebirîya Herêma Pîşesazîyê ya Sazkirî ya Amedê (Dîyarbekir OSB) kir.

Heyeta PAKê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timûr û Vahît Aba û endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Eyup Alacabey, sîyasetvanê kurperwer Osman karavîl pêk hatibû.

Serokê Herêma Pîşesazîyê ya Sazkirî ya Amedê (Dîyarbekir OSByê) Mustafa Fîdan û endamê Komîteya Birevebir a Dîyarbekir OSByê Sezaî Topalan pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ji ber vê pêşewazîya germ spasîya Rêvebirîya Dîyarbekir OSByê kir.

Heyeta PAKê armanca seredana xwe weha anî ziman:’’ Em li gorî pirsgirêk û rûdan û pêşhateyên aborî, sîyasî, îdarî û civakî yên giştî û mehelî dixwazin di derbarê daxwaz, pirs û pêşniyarîyên pîşesazên Amedê de agahdarîyan werbigirin û fikir û sîyaseta PAKê bi we re parve bikin.’’

Rêvebirên Dîyarbekir OSByê jî ji ber vê seredanê spasîyên xwe pêşkêşî heyeta PAKê kirin.

Serokê Dîyarbekir OSByê Mustafa Fîdan,di derbarê tesîra ku rewşa aborî ya giştî û atmosfera nedemokratîk ya Tirkîyeyê li ser pîşezasên Amedê dike de; di derbarê pirsgirêk û astengîyên taybet yên li ber pîşesazên Amedê de; di derbarê pirsgirêk û astengîyên li ber sermayedarên biyanî ya ji bo hatin û kar kirina wan a li Amedê de; ji bo rêlêvekirina pîşesazîya zîreî de; di derbarê encamên neêrênî yên kiryarên qeyûman de û di derbarê gelek meseleyên din de bîr û ray û tesbît û pêşniyarîyên xwe anî ziman.

Hevdîtina heyeta PAKê û Rêvebirên Dîyarbekir OSByê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

01.02.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle