Heyeteke PAKê li Stenbolê ji Dêrikîyan ra sersaxî xwest

.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Mehmet Gul, endamên Meclîsa PAKê Mehmet Dortyama û Seyîd Bayram, endamê PAKê Yemlihan Ozkan, li gel rewşenbîr û sîyasetmedarê welatperwerê Kurd Huseyîn Taysûn, Serokê Komeleya Kûrtalanîyan Hasan Dalmiş, roja 27.08.2022yê, beşdarî tazîyeya Komeleya Çandî û Piştgirîyê ya Derikîyan ya li Stenbolê bûn.

Li ser navê heyeta PAKê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, sersaxî ji hemû malbatên qurbanîyên facîaya qezaya trafîkê ra û şîfaya xêrê ji birîndaran ra xwest û piştgirîya PAKê ji hemû gelê me yê Dêrikê ra pêşkêş kir.

Serokê Komeleya Çandî û Piştgirîyê ya Derikîyan ya li Stenbolê Sedat Gungorur û rêvebirên komeleyê jî pêşewazîyeke germ li heyeta PAKê kirin û spasîya heyetê kirin.

Komeleya Çandî û Piştgirîyê ya Derikîyan ya li Stenbolê bi minasebeta facîaya qezaya trafîkê ku li Dêrikê çêbibibû û 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes jî birîndar bibûn, roja 27.08.2022yê tazîyeyek li dar xist.Gelek dezgeh û partî û kesayet, li gel Dêrikîyên ku li Stenbolê ne beşdarî tazîyeyê bûn.

27.08.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt